Li Şirnexê ketin û derketina gelek herêman hate qedexekirin.

 

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya dagirker a Şirnexê ve hate dayin, gelek qadên li navenda bajêr û navçeyên Silopiya, Qilaban û Elkê ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlekariyê ya taybet’ hatin ragihandin.

Besta, Gabar, Cûdî û Feraşîn jî di nava wan herêman de ne ku hatine qedexekirin.

Qedexe wê heta 30’ê Tîrmehê dewam bike.

Herêmên navborî bi salan e her 15 rojan carekê bi rêk û pêk li sivîlan têne qedexekirin.