Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bû mêvana bernama taybet a televîzyona Medya Haberê.
Derbarê tecrîda Îmraliyê de, bersiv da pirsên rojnamevan Bêrîtan Semsûr.
Besê Hozat di destpêka axaftina xwe de behsa bazariyên qirêj ên li ser Rêber Apo tên kirin kir û got:
26 sal in Rêbertiya me di bin sîstema qirkirinê de, berxwedaneke mezin dimeşîne.
Li dora vê berxwedanê berxwedaneke bêhempa ya gel, gerîla û zindanan heye.
Dewleta Tirk polîtîkaya rehînegirtinê dimeşîne. Di rojên dawî de hin agahî digihên destê me.
Em dixwazin vê bi rayagiştî re parve bikin. Ev agahî ku ji çavkaniyên saxlêm tên.
Ji derdora Erdogan hin kes dibêjin; Ger ji bo me van tiştan bikin, wê pêşî bi birayê wî, piştre bi parêzeran re hevdîtin bidin kirin.
Lê ji bo ev yek pêk were, divê ji bo me filan bêvan tiştan bike.
Ango divê hin tawîzan bide me.
Besê Hozat destnîşan kir ku tevgera azadiyê van kesên ku agahiyên bi vî rengî radigihînin nas dike û ev nirxandin kirin:
Me bi salan got, li ser Rêbertiya me polîtîkayeke wiha a şantajê û bazariyê tê meşandin.
Ev mînak îspata vê yekê ye. Rewşa Rêbertiya me dikine mijara bazarê.
Ev polîtîkayeke heta dawî ketî, qirêj, kirête û ti sînorên exlaqî û hiqûqî nas nake.
Besê Hozat di dewama nirxandina xwe de da zanîn ku ew van polîtîkayan bi tundî red dikin û got:
Bi tu awayî rewşa Rêbertiya me, nabe ku bikin mijara bazariyê.
Ev ti carî nayê qebûl kirin.
Hevdîtina Rêbertiya me parêzer malbat, herwiha têkîliya bi derve re, mafekî rewa û qanûnî ye.
Dewleta Tirk jî ev yek kiriye nava qanûnên xwe.
Di qanûna navneteweyî de jî, ev yek hatiye nivîsandin.
Dewleta Tirk jî mohra xwe daniye bin van qanûn û peymanan.
Niha ev maf kirina mijara bazariyê, rewşeke herî ketî ye û hedê xwe nezanîn e.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bal kişand ser pêngava azadiyê jî û xwest têkoşîn hîn bi xurtî dewam bike.