KCDK-E ji bo xwedi derketina rêber Apo banga seferberiyê kir.

 

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E, têkildarî tecrîda mutleq û agahînegirtina li ser Rêber Apo û helwesta ku divê li hemberî vê bê pêşxistin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Îmraliyê weke girava îşkenceyê ya navneteweyî û tecrîda mutleq bi nav kir.

Hat bibîrxistin ku Rêber Apo 75 salî ye.

26 salan di bin navê hucreya yek kesî de rastî îşkenceyên hovane hat.

Ev 40 meh in derbarê tenduristî, ewlehî û jiyana wî de tu agahî nayên dayîn.

Hat diyarkirin ku ne mimkûn e ku were zanîn ew niha li ku ye û rewşa wî ya fizîkî çawa ye.

KCDK-E’yê bang li CPT û Konseya Ewropayê kir û wuha got.

“Fikarên me di asta herî jor de ne û weke gelê Kurd sebra me nemaye.

Niha bi mîlyonan dixwazin ev pergala îşkence û tecrîdê bi dawî bibe.”

Em bang li saziyên navneteweyî yên têkildar dikin ku guh bidin daxwaza gelê kurd.

Her wiha ji Konseya Ewropayê xwest ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re heyetek biçe Îmraliyê û der barê rewşa tenduristiya wî de agahiyên zelal bi dest bixe.

KCDK-E destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta herî jor de pêvajoya seferberiyê hatiye destpêkirin.

Bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku di vê pêvajoyê de bi çalakiyên herî bi bandor dakevin qadan.

Weke KCDK-E, li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê tên kirin, em ketine asteke ku dê ji hemû çalakî û çalakiyên heta niha hatine kirin zêdetir bike.

Em bang li herkesî dikin ku bi çalakiyên herî bibandor dakevin qadan û li dijî dewleta Tirk a qirker a ku bi hêzên xiyanetkar û hevkar dixwaze Kurdistanê dagir bike, encameke teqez bi dest bixe.