Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker 4 çalakiyên din bi amûrên hewayî lidar xistine.
Di daxuyaniyê de HPG van agahiyan dide:
Di navbera 14 û 16’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk ên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di hedefa Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar de bûn.
Yekîneyê me 4 caran bi amûrên hewayî li baregehên dagirkeran ên li qada berxwedanê ya Sergelê dan.
Di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.
Lê ziyaneke mezin gihişt çeper û baregehên dagirkeran.
Di vê navberê de Gerîla TV ji van çalakiyan dîmenê 3’an weşand.
Dîmenê çalakiya yekemîn bi 5 kamerayan hatiye qeyd kirin.
Di yê duyemîn de jî li beregeha dagirekran teqîneke mezin pêk tê.
Wek yên din di yê siyemîn de jî xuya dike ku dagirkeran derbeke giran xwariye.