Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehadeta 2 gerîlayên YJA-Starê ragihand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Ewladên herî hêja yên xelkê Wanê hevrêyên me Ronahî û Arîn.
16’ê Hezîranê li Herêmên Parstinê yên Medya di êrişa dewleta Tirk a dagireker de şehîd bûn.
Li dijî êrişên dagirkeriyê bi kelecan û coşeke mezin berê xwe dan nava refên gerîla.
Bi kesayetên xwe yên dilnizm, pêşengî milîtaniya PKK û PAJK’ê kirin.
Li dijî qirkirinê xwedî têkoşîneke mezin bûn.
Her kêliya xwe dan rastiya şehîdan û Rêbertiyê.
Li ser xeta jina azad li dijî her cûre paşverûtiyê têkoşiyan.
Em ji malbatên hêja yên hevrê Ronahî û Arîn û ji tevahî welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Soz didin ku her kêlî bi fermana şehîdan dayî me tevbigerin û têkoşîna wan teqez bi ser bixin.
Nasnameyên şahîdan wiha ne:
Vesîle Dûran bi nasnav Ronahî Dilxwîn, navê dayik Dîlber navê bav Bişar li Wanê ji dayik bûye 16’ê Hezîrana 2024’an de li Heremên Parasina Medyayê de şehîd bû.
Dîlan Oklu bi nasnav Arîn Tolhildan, navê dayik Saadet navê bav Hesen li Wanê ji dayik bûye 16’ê Hezîrana 2024’an de li Heremên Parasina Medyayê de şehîd bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser gerîlayên şehîd vê nirxandinê dike.
Hevalama Ronahî Dilxwîn li Wanê bi çanda kevnar a Serhedê di nava malbatek welatparêz de mezin dibe.
Di temenê xwe yê biçûk de dibe şahide êrîş, zext û êşkenceyên dijmin.
Ji ber wê weke hemû zarokên Kurd hêrseke mezin li hemberî dijmin perê çêdibe.
Weke jineke Kurd dikeve nava lêgerîna têkoşîne.
Şehadeta gerîlayekî ku wê nasdikir bandor lê dike û biryar dide ku tevlî gerîla bibe.
Di 2014’an de li Wanê beşdarî gerilayên azadiyê dibe.
Perwerdeya xwe yekem li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne.
Di perwerdeya bîrdozî de xwe kur dike, rastiya jinê, rastiya civake baş analîz dike.
Piştî perwerdehiya xwe bi dawî kir tevlî xebatên pratîkî dibe.
Bi tevlîbûna xwe ya aktîf roj bi roj tecrubeyên nû li xwe zêde dike.
Bi taybetmendiyên xwe yên fedekar û kedkarî di nava hevreyên xwe de pir tê hêzkirin.
Ji bo pêşxistina taktîkên gerilatiya serdemê di qada birdozî û leşkerî de hertim xwe perwerde dike.
Ji çêkirina tunelên şer heta xebatên binesaziyê erka diket ser mile wê dike.
Bi sekn û beşdarbûna xwe dibe milîtanek mînak a YJA-STAR’ê.
Hevrê Arîn jî li Wanê di malbateke ji eşîra Zêvkî ya welatparêz a Botanê de ji dayîk dibe.
Di malbata wê de hişmendiyeke kûr a welatparêziyê heye.
Dîlan jî bi çanda welatparêziyê ya ji malbatê girtî, di temenê biçûk de ji bo azadiyê dikeve nav lêgerînê de.
Ji ber zilma dijmin, malbata wê ji gund koç dike.
Dîlan jî wek gelek kesan rûyê qirker ê dewleta Tirk a dagirker ji nêz ve nas dike.
Ji bo xwe jinûve biafirîne û bibe xwedî jiyaneke dikeve ser reya azadiya jinê.
Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo alternatîfa jiyana azad hembêz dike.
Bi vê ronakbûnê re li dijî dagirkerên Kurdistanê rêya berxwedanê digre û bi baweriyeke mez in dide ser şopa Kekê xwe Vedat Oklu yê gerîla.
Bi taybet piştî berxwedana destanî ya li Kobanê pêş ket, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û dildar di demek zû de derket pêş.
Bi perwerdeya ku li akademiyên leşkerî dît, bû gerîlayeke pispor a YJA Starê û xwe ji erkên demê re amade kir.
Bi sekna xwe ya Apoyî û fedayî hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cîh anîn.
Di sala 2019’an de şehadeta kekê wê Vedat Oklu bandorek mezin lê dike.
Dîlan jî bi îdia û biryardariyeke mezin beşdarî xebatên pratîkî dibê .
Ew coş, kelecan û enerjiya wê ya jiyanê, bû milîtaneke ku hevrêyên wê jiyaneke bi hev re pê re bijîn.