Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
4 sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3’yê gulana 2024’an de derbarê rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.
Li gel biryara dawî derbarê rêber APo de di 8 salên dawî de de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.