Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku daxuyaniyên CPT’ê ya ji bo ANF daye, ne li gorî pêşniyar-tespîtên berê û biryara DMME’ê ye û got:
CPTe, di mijara muwekîlên me de erka xwe nayîne cih.
Eger desthilatdariya Tirkiyê li gorî pêşniyaran tevnegere, CPT dikare prosedurekê bide destpêkirin.
Lê vê yekê nake. Lê biryara Azerbaycanê, nîşanî me da ku CPT, di mijara Imralî de siyaseta cotstandartî dimeşîne.
Prz Raziye Ozturk diyar kir ku CPT’ê atmosfereke welê nîşan dide ku li seranserî girtîgehê muameleya xirab nîne û got;
Li Imraliyê tenê qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re nîne.
CPT’ê bi xwe diyar kiribû ku Tirkiyê li gorî biryara DMME tevnagerê.
Zêdeyî 40 mehan e ku tu agahî ji muwekîlên me nayê girtin.
Kiryarên li dijî muwekîlên me, sinorên mafên mirovan jî derbas kirine.
Parêzer Raziye Ozturk got:
Eşkenceya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, bandorê li hemû civaka Kurd dike.
Divê mirov bi vî rengî li meseleyê binêre.
Peywendiya muwekîlên me bi cîhana derve re bi temamî hatiye qutkirin.
Pozîsyona birêz Ocalan û wesfê lîdertiyê, hemû civaka Kurd alaqadar dike.
CPT û hemû saziyên tekildar, nikarin bi hişmendiya girtîyekî normal li Rêber Abdullah Ocalann binêrin.
Îro, rewşeke hîn kûrtir û xirabtir heye.
Lewma eger desthilatdariya Tirkiyê guh nede pêşniyaran, CPT dikare prosedurekê bide destpêkirin.
Lê vê yekê nake. Biryara Azerbaycanê, nîşanî me dide ku CPT di mijara Imraliyê de cotstandart haraket dike.
Di vê havpeyvinê de hewlesta xwe deşîfre dike.
Prz. Raziye Ozturk herî dawî got; CPT, wê di sala 2025’an de, serdana welatan bike, lê Tirkiye di nava van welatan de nîne.
Mixabin tevî hemû pêkanîn xirab, em dibînin ku CPT hewl dide Îmraliyê ji nedîtî ve were.