Encama van çalakiyan tevî dîmenan ragihand.
Çalakiya pêşî 19’ê Tîrmehê li ser xeta Babê pêk hat.
Şervanên HRE ji du baskan ve dikevin nava çeperên dijmin û derbeke giran li wan dixin.
Çeperên dagirkeran tên îmha kirin.
Wesaîte ku çeka doçka li ser wê hatiye bicih kirin derbe xwar.
Her wiha yek jê fermandar 4 dagirker tên kuştin, 4 dagirker jî birîndar dibin.
Ya duyemîn jî li ser xeta Ezazê 20’ê Tîrmehê hat lidarxistin.
Li vir jî tevî 2 wesaîtên leşkerî çeperên dagirkeran tên îmhakirin. Di encamê de 6 dagirker tê kuştin, 3 çete jî birîndar dibin.
Şervan diçin ser cenazeyên dagirkeran dest danîn ser gelek kelûpelên leşkerî.
Hêzên Rizgariya Efrînê çek, kelûpelên desteserkirî jî bi weşandina dîmenan nîşan dan.
Piştî van çakayan dewleta Tirk û çeteyên wê gundên herêma Efrîn û Şehbayê topbarankirin.
Di êrişan de welatiyek birîndar bû. HRE got, Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê careke din jî diyar dikin..Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser sivîlan wê çalakiyên bersivdayînê yên hêzên me bênavber bidomin.