Navenda Ragihandina HPG’ê ragihand ku di çalakiyên segvaniyê, ku li herêmên Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin pêkanîn de, 3 dagirker hatine cezakirin.
Navendê agahiyên berfireh wiha rêz kirin,
Li herêma Metînayê;
23ê Tîrmehê, dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe li wan hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
23ê Tîrmehê, li Qada Berxwedanê ya Şêlazê mudaxeyî helîkopterên êrîşê hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên Gerilla, helîkopter neçar man ku ji qadê bi revin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
22ê Tîrmehê, bi çekên giran li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
23ê Tîrmehê jî, hêzên YJA Starê, bi taktîka segvaniyê li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çavdêrî dikirin xistin û dagirkerek hate cezakirin.
23’yê Tîrmehê, dîse hêzên YJA Satrê, dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav liv û tevgerê, bi taktîka segvaniyê derbe li wan xistin û dagirkerek hate cezakirin.
22ê Tîrmehê, bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
23ê Tîrmehê jî, bi taktîka segvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
Heman rojê, hêzên Gerilla mudaxileyî helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin û helîkopter neçar man ji qadê birevin.
Li herêma Garê jî;
23’yê Tîrmehê, hêzên Gerilla mudaxileyî helîkopterên li qada Heftebax kirin.
Navendê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi teqemeniyên qedexekirî kirine de agahîn dan û got;
22ê Tîrmehê tunelên şer yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombardumnan kirin.
Navendê derbarê êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kirine de jî got:
22 û 23ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, lolan, Sinînê û Berbizina yên herêma Xakurkê 6 caran,
Qadên Deşta Kafya, Zengil û Kanî Sarkê yên herêma Garê 4 caran,
Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê,
Qadên Levcê û Girê Hîwa yên herêma Qendîlê 4 caran,
Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metîna carekê; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombarankirin. J
i ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derket û hîna jî didome.
22 û 23’yê Tîrmehê qadên Deşta Kafya û Heftebaxy ên herêma Garê,
Qadên Girê Şehîd Şerîf û Girê Şehîd Kerîm yên herêma Xakurkê,
Qada Berxwedanê ya Serê Metîna û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ya herêma Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.