Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Mafê hevdîtinê yê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.
Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta “cezayên disiplînê” asteng dike
Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 3’yê Gulana 2024’an de derbarê rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin de biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran a 6 mehan da.
Li gel biryara dawî derbarê rêber Apo de di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hatiye dayîn.