Heta niha 574 serlêdan bêbersiv mane. Derheqa vê pêvajoyê de hevalênme dosyayek Amede kiri ye.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatên girtiyên li Imrlaiyê, her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin.
Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê 397 ên parêzeran, 177 jî yên malbatan bi komî 574 serlêdan hatine kirin.
Lê hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin, yan jî bi behaneya “cezayên dîsîplînê” hatine red kirin.
Rewşa tecrîdê ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî “încom munîcado” tê binavkirin dewam dike.
Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îmraliyê, li ser serlêdana malbatan ragihand ku di 4’ê Tîrmehê de “cezayê dîsiplînê” hatiye dayin û ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn.
Lê behaneya “cezayê dîsiplînê” ne hate eşkere kirin û parêzerên girtiyan jî ji ceza ne hatine agahdar kirin.
Parêzer xwe amade dikin ku li dijî biryara “cezayê dîsiplînê” ya nû li Dadgeha Cezayê Giran ya Bûrsayê îtîraz bikin.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz -OHDe jî di nav de, saziyên hiqûqî, di nava mehê de serî li baroyên bajarên Riha, Îzmîr, Semsûr û Mêrdînê dan û ji baroyan hate xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê tevbigerin.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa jî, di civîna xwe ya meha Hezîranê de, piştî 3 salan biryar da ku biryara “binpêkirinê” ya DMME, ya derheqê Rêber Abdullah Ocalan de daye, caraeke din bixe rojeva xwe.
Heke Komîte pêwîstiyê pê bibîne, wê karibe îzahatekê ji Tirkiyê bixwaze ku çima ew, vê biryarê bi cihnayîne.
Geşedaneke din ya girîng ew ku CPT, derbarê kiryarên xerab de, li dijî Azerbaycanê biryarek da.
Lê CPT, di mijara Îmraliyê de, serî li biryarek wiha nade , Ev jî bû sedema rewşa CPTê bi cihekarî werê şîrovekirin.
Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbûyî (NY), 4 rêxisitnên ciovakî, di 18’ê Hezîranê de li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cinevê, derbarê Tirkiyê de raporek pêşkêş kirin.
Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din de cih girtine.
Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya van raporan de destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bi derve re têkiliyan deyne û biryarên îhlal kirinê yên hatin dayîn, bi cih nayên anîn û ji Tirkiyê xwestin ku sedemên vê rewşê rave bike.
Lê rayedarên Tirk, têkildarî binpêkirinên mafên li girtîgehan, îdia kir ku pîvanên girtîgehên Tirkiyê li gorî peymanên navneteweyî ne û got: Tecrîd nîne. Hevdîtinên li Îmraliyê jî, ji ber “qedexeyan” tên astengkirin û cezayên dîsiplînê yên tên dayîn û qedexeyên parêzeran parastin.
Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şand û bal kişand ser peymanên navneteweyî û xwest di vê mijarê de destûrên fermî bê dayîn ku ew biçe Imraliyê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re b ike.
Senatorî Fresnî li bedna bersiva Wezareta Dadê ya Tirkiyê ye.