101 sal bi ser Peymana Lozanê re derbas bûn.
Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên netewî têkoşînê dike.
Lê PDK dixwaze bi hevkarî û nokertiya ji dewleta Tirk a qirker re xaka Kurdistanê zêdetir parçe bike û ya ku heyî jî tune bike.
Hemû aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê ji bilî PDK’ê di bin sêwana Kongreya Netewî ya Kurdistanê -KNK de kom bûne û ji bo dîtina riyek guncaw ji çareseriyê re têkoşînê dikin.
PDKe, bi hemû heza xwe li dijî Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNKê radiweste û dixwaze yekrêziya Kurdan tune bike.
PDKe, bûye hevkarê dewleta Tirk ku dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Dewleta Tirk jî, ji sedî 76’ê xaka Duhokê dagir kiriye û her roje devereke cuda ya xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran û kîmyabaran dike.
Sala borî KNK, di 100 saliya Peymana Lozanê de, bi beşdariya 600 kesên Kurd û biyanî, bi navê ‘Konferansa 100 Saliya Lozanê’ li Swisre bajarê Lozanê konferansek pêkanî.
Tenê PDKe beşdarî konferansê nebû û bi riya medya û rûpelên xwe yên nefermî, bi her awayî dijberiya konferansê kir û hewl da giringiya konferansê ji holê rake.
Dewleta Tirk, bi armanca dagirkirina Herêma Başûr, bi hêzeke mezin êrîşî herêma Başûrê Kurdistanê kiriye.
PDKe jî bi hemû hêza xwe bûye paraçeyek ji vê dagirkeriyê.
Dewleta Tirk, baregehên leşkerî û nuqteyên leşkerî ava kirine û li kolanan, li riyên çûn hatina navbera bajaran noqteyên kontrolê danîne,