Milîsên HBDH’ê li Gebzeyê tesîseke jinûve hilberandinê şewitand.

 

Milîsên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin ku wan 24’ê Tîrmehê di derdora saet 15.00’an de li gundê Pelîtlî yê Gebzeyê tesîseke jinûve hilberandinê dan ber agir.

Milîsan diyar kir ku ev çalakî weke bersiva li dijî operasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê, hatiye lidarxistin û destnîşan kir ku di çalakiyê de zirareke mezin gihiştiye febrîqeyê.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Weke endamên Şoreşa Yekbûyî em li her qadê li dijî faşîzmê têdikoşin û dibin şevtirska faşîzmê.

Li çiyayan gerîlayên me, li bajaran milîsên me, li zindanan ji hevrêyên me em serî li ber faşîzmê didin tewandin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin; Di nava refên Şoreşa Yekbûyî de xwe rêxistin bikin!