Li Bûrsayê milîsên HBDH’ê agir berdan kargehan.

 

Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê têkildarê çalakiya ku li Bûrsayê pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev agahî hatin dayîn;

“Milîsên Canfeda Soro yên HBDH’ê di 23’ê Tîrmehê de saet dora 09.00’an kargehên hilberîna kaxizê, tesîsa nûkirinê û kargeha tekstîlê ya li Taxa Mehemet Çelebî ya navçeya Yildirm a li Bûrsayê, bi çalakiya sabotajê ya hemwext hatin hedefgirtin.

Di çalakiya bersivdayînê ya serketî ya li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê dewam dike de, her sê kargeh bi temamî şewitîn û zerarekek mezin a madî pêk hat.

Yekîneya ku çalakî pêk anîn, bi awayekî ewle xwe gihand qadên xwe.”