Nameyên 69 xelatgirên Nobelê yên bi daxwaza azadiya Rêber Apo di rojevê de ne.Yek ji wan nameyan jî ji Tayîp Erdogan re hat şandin.

 

69 xelatgirên Nobelê nameyek ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, CPT û Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî,

Nameyek ji bo Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê,

Nameyek ji bo Serokê CPT,

Nameyek ji bo Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê,

Û yek jî ji bo Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî şandin.

Di nameyan de bi berfirehî qala rewşa dawî ya Rêber Apo û berpirsiyariya van saziyan a beramberî rewşa wî hat vegotin.

Her wiha 69 xelatgirên nobelê ji Tayîp Erdogan re jî nameyek nivîsin.

Name bi sernavê “rewşa Abdullah Ocalan û jinûve destpêkirina hevdîtinên aştiyê” hat nivîsandin.

Xelatgirên nobelê bi bîr dixin, ku Çileya 2021’ê weke 50 xelatgirên nobelê yên ji hemû beşan ji Erdogan re têkildarî rewşa Rêber Apo name şandine û wiha dibêjin;

Em careke din weke 69 xelatgirên nobelê fikarên xwe yên têkildarî rewşa Birêz Ocalan a bi temamî hatiye tecrîdkirin ji nû ve dinivîsin.

Xelatgir şerê li cîhanê, zêdebûna şidet, mirin û rûxandinê bi bîr dixin û bang li Erdogan dikin, ku ji nû ve berê xwe bide rêya aştiyê.

Xelatgirên nobelê wiha dewam dikin:

Di navbera 2009 û 2011’an û 2013 û 2015’an de bi hevdîtinên Oslo û pêvajoya Îmraliyê nûnerên hukûmeta we ji bo aştiyekê bi Birêz Abdullah Ocalan re rûniştin.

Her çiqasî weke encam ew aştiya dihat xwestin ji van hevdîtinan derneketibe jî ev nayê wateya wê yekê ku lihevkirin û aştî ne bê îmkan e.

69 xelatgirên nobelê bang li Erdogan dikin, ku ji nû ve bi Rêber Apo re ji bo aştiyê dest bi hevdîtinan bike û dibêjin, em dixwazin hûn dawî tecrîda li Girava Îmraliyê bînin.