Kawa Tolhildan dibê je “Di pêvajoya pêşiya me de dibe ku hinek komploger li herêmê êrîşên bombeyî bikin û vê yekê bixin stuyê tevgera azadiyê de..
PDK ji bo xwe weke xulamê baş bide nîşan dan hemû derfetên di destê xwe de pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker dike.
Hebûna gelê herêmê, statûya herêmê û destkeftiyên gelê Kurd daniye aliyekî û ketiye pey berjewendiyên xwe.
Bi taybet li herêma Amediyê, Dêrelûk, Kanî Masî û Bradostê di her tevgerekî dagirkeriyê de PDK rolekî digire û herêmê dixe rewşekî sosret.
Li gorî çavkaniyên pêbawer, dewleta Tirk a dagirker bi hin rayadarên PDK’ê re civînekî veşartî li Hewlêrê li dar xistiye.
Hat zanîn ku di vê civînê de nexşeya tevgera dagirkeriyê û bi taybet Xakurkê hatiye destgirtin.
PDK û hikûmeta Iraqê ne tenê bêdengiya xwe li hemberî tevgera dagirkeriyê diparêzin, li gelek herêman bi eşkereyî rê ji artêşa Tirk re vedikin.
Çawa ku deriyê Serzêrê ji tanq û wesayitên dagirkeriyê re vekirin ta ku derbasî herêma Metîna û Amêdiyê bibin, niha bi awayekî hevbeş li girê Rowala ya Xakurkê bi artêşa Tirk re cih digirin û hejmarekî zêde ji hêzên xwe ber bi herêma Kolîtê ve bi cih kirine.
Ew hewl didin vê tevgera ku li Xakurkê despêkirî bi awayekî veşartî û dûrî çapemeniyê bigirin.
Di esas de taktîkekî klasîk dimeşînin.
Li herêma Amêdiyê çawa ku ev tevgera deşifre bû, niha hewl didin di bin siya vê tevgerê de li Xakurkê pêşveçûnan bidest bixin.
Tê payîn ku ev daxwaz ji aliyê PDK’ê ve hatiye kirin.
Di meha Tîrmehê de hevkariya PDK’ê ya di asta lûtkeyê de li Amêdiyê xuya bû.
Ji bo wê heger ev hevkariya wan li Xakurkê jî were eşkerekirin dibe ku helwestên berfireh ên ku veguherin xwepêşandanan heye.
Li aliyekî din li herêma Amêdiyê û Dêrelûkê ev hevkarî berdewam e.
Me di pêvajoya dawî de şopand ku gundên Mijê, Sipîndarê û herêma Berêgarê bi dijwarî tên topbarankirin.
Li van herêman gelek mal û milkên gundiyan hilweşiyan û bermahiya wan a çandinî û daristanên ku temenê wan bi sedan sal in ji ber şewatê bûn xwelî.
Hat zanîn ku ev êrîş ji herêma navbera gundên Silav û Bêbadê yên Amêdiyê ve tên kirin.
PDK û artêşa Tirk li wir tanq bi cih kirine û her roj van herêman topbaran dikin.
Di vî warî de PDK hem agahiyên îstixbaratî ji heremê digire û hem koordînatan dide artêşa dagirker.
Ango esas amadekariyên van êrîşan bi giştî PDK pê rabûye, artêşa Tirk jî li ser esasê wan amadekariyan topbaran dike.
Aliyekî din a hevkariya PDK’ê û di esasê xwe de rewşa ku dixwaze dagirkeriyê mayînde bike niha di navbera heremên Dêrelûk û Çemçoyê diqewime.
Van pêkanîna rûyê kirêt ê PDK’ê derdixe holê.
Ji aliyekî din ve rewşa artêşa Tirk ku li hember şerê bi gerîla re xitimiye eşkere dike.
Ji bo wê bê guman hemû komployên ku tên hûnandin jî wê bê encam bimînin.
Ji ber ku gel rastiyê bi çavên xwe dibîne û dijî.