Nivîskar Letîf Fatih Ferec, têkildarî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ANF’ê re axivi [ got: Ji serdema Osmaniyan ve Tirkan her tim xwestiye gelê Kurd ji holê rakin. Di çavên dewleta Tirk de hemû Kurd dijmin in. Ji ber vê jî, Kurd li ku dera dinyayê bin, Tirk wan wek dijminên xwe dibînin.
Letîf Fatih Ferec dazanîn ku Gerillayên Azadiyê, parastina Başûrê Kurdistanê dikin. Ne tenê li dijî artêşeke mezin a Tirk, li dijî çeteyên DAIŞê jî şer kirin û herêm parastin. Divê xelkê ê başûrê Kurdistanê piştgiriya wan bikira. Divê hêzên siyasî jî piştgiriya wan bikira.
Diviyabû li navçeyên Amêdiyê, Akrê û Dihokê, xelk ji bo parastina mafên xwe û gundan derketina ser riyan û xwepêşandan bikin. Ji ber ku dewleta Tirk terorê dike.
Letîf Fatih Ferec diyar kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze weke Efrînê, Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê dagir bike. Dixwaze dest dayne ser bîrên petrolê. Ev yek metirsînî ye. Mixabin desthilatdariya navendî jî bertek nîşanî Tirkiyê nedaye.
Niha hewl dide li gel Beşar Esed re hevdîtinan bikin. Eger Tirkiye bi Esed re werê cem hev wê karesateke nû derbixe holê.
Divê hemû nivîskar, rewşenbîr, çalakvan rojnamevan û aliyên siyasî helwesteke ciddî nîşan bidin. Gel bêdeng nemaye, lê aliyên siyasî bêdeng û bêhelwest in.