Li Rihayê dijminatiya li dijî Kurdan bi govendê hate protestokirin

 

Rêveberên DEM Partî yên Karakopru, li dijî girtina ciwanên ku govend girêdan bertek nîşan dan û wan jî govend girêda û stranên Kurdî gotin.

Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Bekîr Karakeçîlî û Sema Ayşeoglû û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî stran û govendê, Hevserokê DEM Partiya Rihayê Bekîr Karakeçîlî axivî û bal kişand ser dijminatiya li dijî govend, cil û bergên herêmî û got; Kesên ku li kolanan, dawetan, li Meclisê, li medya dîjîtal û li her qada civakî, ji faşîzmê re çepikan didin, Tirkiyê ber bi terîtiyê ve dibin.

Tu mafê desthilatdariyê nîne ku nijadperestî û nefretê belav dikin.

Ev sucên mezin in. Divê hun zanibin, Kurdên ku di faşîzma 12’ê Îlonê de, li dijî Esat Oktay serî ne tewandin, li hemberî faşzîma we jî serî natewînin.

Em ê bi awayekî herî xurt li nirxên xwe, demokrasiyê û azadiyê xwedî derkevin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Heman daxuyanî û çalakiya şermezarkirinê li navçeyên Pirsûs, Xelfetî, Curnê Reş, Serêkaniyê, Wêranşar, Hewag û Bêrecûkê jî hate pêkanîn.