Şandeya DEM Parti û TJA, 5 roj in li Başûrê Kurdistanê ye û doh jî, li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî.
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên û rayedarên Tevgerê şandeya DEm Partî û TJA pêşwazî kirin.
Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê hate pêkanîn.
Di destpêkê de Hevseroka Tegera Azadî Tara Hisên axivî û got; Rewşa gelê Kurd girêdayî rewşa birêz Ocalan’e. Dagirkeriyên li her çar parçeyên Kurdistanê bi dozeke ku Rêber Apo klîte çareseriya wê ye ve girêdayî ye. Em, têkoşînê dikin û têkoşîna me jî wê dewam bike.
Tara Husên bal kişande ser êrîşên meizn yên dagirkeriya dewleta Tirk û got; Dewleta Tirk a dagirker dixwaze Iraqê tevlî vî şerî bike. Lê gelek aliyên Iraqî ji vê dagirkeriyê nerazî ne. Divê tu aliyê Kurdan nebin hevparê vê dagirkeiryê.
Piştre parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: 41 meh in ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Armanca dewleta Tirk ji holê rakirina gelê Kurd e, mînaka wê jî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmê ne. Kurd wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em dubare dibêjin, ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û redkirina dagirkeriyê pêwîste em yekîtiya xwe ava bikin.