PKK: Li dijî êrişên faşîst divê xeleka ji govendê bê avakirin

 

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên demên dawî yên li ser çanda Kurd da û got;

Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, çanda kurdî kiriya armanc û êrîşan dike, divê her kes beşdarî xeleka govendê bibe.

TEV-ÇAND’ê got, Armanca dewleta Tirk a faşîst, tenê hiştina Gerîllayên Azadiyê ye.

Bi êrîşên li dijî ciwanên ku govend girêdan e, dixwaze çavên gel bitirsînin.

Ev konsepteke taybet û li dijî nirxên çanda Kurd dest bi êrîşan dikin.

Tiştê ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê nikarîbûn bikin, hewl didin bi êrîşên çandî bikin.

Rexmê ku bi hezaran Êzidî di qirkirinê derbas kirin, gelê me yê Êzidî ji çand û baweriya xwe tawîz nedaye.

Îro jî çi tawîzeke çandî ku gelê Kurd bide nîne.

Bi milyonan mirovên ku qadên Newrozan dadigirin nikarin bavêjin girtîgehan; zindan, gef, zext nikare çand, ziman û hunera Kurdî asteng bike.

TEV-ÇANDê dazanîn ku, faşîzma Tirk, tehemûlî govenda Kurdan nake, Sibe wê Horona Lazan jî qedexe bike.

Bila gumana kesî nebe ku Tirkîtiya Spî wê nikaribe çanda gelê Kurd û gelên li Anatolya tune bike,

Gelê Kurd, bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşînê dike û ev têkoşîna gihaye qonaxa ku hemû nirxên gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyê biparêze

Divê dengê me heta bi Îmraliyê biçe, dîwarên Îmraliyê hilweşîne!