Li Colemêrgê li dijî şerê taybet divê xeta hevpar a têkoşînê were avakirin

 

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku binpêkirina mafan ên li bajar bi awayek sistematîk têne meşandin û got li herêmê pêvajoyek metirsîdar heye.

Axavtina Sîbel Çapraz wiha ye.

Bajarê me sînorê du welatan de ye, bi taybetî li gundên li ser sînor zexteke mezin heye. Herî dawî li gundê Dûve, mirov di cîhazê X-ray re derbas dibin dikevine gundên xwe. Ev pêkanîn li gundekê tenê nîne.

Em weke ÎHD li dijî van binpêkirinan têkoşînê didin, lê ev karên ne li rê, tenê barê ÎHD nîne yê hemû saziyên civakî û hiququî ne.

Sîbel Çapraz got;

Li bajar jiyanek aram û ewlehiya mirovan nine. Tecrîda ku li girtîgehan li bajarê me jî heye. Dewletê guhertina demografîya bajêr kiriye armanca xwe. Ev tê wateya qirkirinê. Divê hemû sazî û rêxistinên li bajêr û herêmê li dijî van kiryaran têkoşînê bikin.