Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê û Colemêrgê dest bi tevgera leşkerî kir

 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker, şeva 4’ê Tebaxê an go şevê din li bejahiya gundê Hemka yê navçeya Elkê ya Şirnexê û li qadên Marînos, Feraşîn, Meydan, Belekê û Qaşûra yên Colemêrgê dest bi tevgera leşkerî kir.

Tevgera leşkerî dewam dike û derbarê encamên tevgera leşkerî de ti agahî nehatin bidestxistin.