Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê-KNK, bi daxuyaniyekê, girtina 3 partiyên Herêma Kurdistanê şermezar kir û got;
Girtina Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan -PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê siyasî ye.
KNKe got; Biryara girtina 3 partiyên Kurdên Heêrma Başûr, encama hevdîtinên bi Dewleta Tirkiyê re ye.
Di encama hevdîtinan de 26 peyman hatin imzekirin. Peymana herî giring jî ya li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ye.
Piştî van serdanana desthilatdariya Iraqê PKK weke hêzeke qedexe bi nav kir û kete nava xebatên dijber de.
Di 10mîn salvegera jenosîda Şingalê de, girtina PADÊ, ne tesedûf e.
Biryar, nenaskirina îradeya bawermedên Êzidî ê berdewama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ye.
KNK diyar kir ku, Tevgera Azadî û PADÊ endamên KNKê ne û got:
Desthilatdariya Iraqê, bi van biryar û kiryaran hêdî hêdî dikeve ser aqliyet û xeta partiya BAASa faşîst.
Eger pêşiya vê siyasetê neyê girtin, statûya federal ya Herêma Kurdistanê jî di navde, hemû destketiyên gelê Kurd wê têk biçin.
KNK van partiyan weke partiyên din meşrû û rewa dibîne û biryara Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, weke biryarek siyasî dibîne, red û şermezar dike.
Divê hemî hêzên Kurdistanî, hêzên demokrat yên Iraqê û hemî Iraqiyên ji welatê xwe hez dikin, vê metirsiniyê bibînin û li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin.
KNK bang li desthilatdariya Iraqê kir ku demildest vê biryarê paşde bigire.
KNK, bang li hemî hêz, partî û saziyên Kurdistanî jî kir ku li dijî vê biryarê rawestin û destketiyên gelê Kurdistanê biparêzin.