Kongra Star êrişa li dijî Şamê şermezar kir: Divê hesab ji berpirsên komkujiya Dêrazorê bê pirsin

Hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa Wetenî ev rojin êrişî Dêra Zorê dikin, doh 9’ê tebaxê serê sibê li gundên Dehla û Cedîdet Begara komkujî kirin.

Piraniya wan jin û zarok, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Meclisa Kongra Star komkujî şermezar kir, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest, ji birîndaran re jî şîfa xêre û wiha got.

Êrişên hikumeta Şamê yên li ser herêmê rê li ber êriş, xurtkirin û zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê vedike.

Divê giştî, civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan li hember vê komkujiyê xwedî helwest bin û hesab ji berpirsyarên wê bipirsin.

Em di baweriyê de ne; gelê me bi hemû pêkhateyên xwe dê li hember vê êrişê bêdeng nemîne. Êrişî dê vîna vî gelî neşikîne. Bervojaî wê dê helwest û bertekên wan xurtir û zêdetir bike.

Kongra Star banga xwedîderketina li QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiyê kir û ji hikûmeta Şamê jî ev daxwaz kir

Dest ji helwestên xwe yên çetawarî û hevkariya xwe ya bi hikumeta AKP’ê re berdin. Dewlet Tirk tu carî aramiya heremê nexwestiye û ji bo xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne, aramiya heremê dixe bin metirsiyê.