KCD, PDK’ê hişyar kir: Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbanê berjewendiyên xwe

 

Kongreya Civaka Demokratîk -KCD, têkildarî Êzidiyên ku ji ber gefên li ser wan hatine kirin neçar man ji kampên PDK’ê birevin, daxuyaniyek da û got; Bêdengî hevpariya komkujiyan e.”

KCD’ê bal kişande ser fermana 73’an û got;

Civaka Êzîdî li ber çavên cîhanê hatin qikirin. Îro jî, bi heman gefê re rû bi rû ne.

Piştî fermanê gelek Êzidî koçber bûn.

150 hezar Êzidiyên ku li Herêma Kurdistanê di bin zexta PDK’ê de dijîn, ji ber daxuyaniyên pêşmergeyê berê Kasim Seho, bi qirkirinê re rû bi rû ne.

PDK a ku di fermana 73’an de Êzidî di destê çeteyên hov yên DAÎŞ’ê de hiştin, îro jî hewl dide Şingalê bê statu bihêle.

Em, weke KCD, PDK’ê hişyar dikin û dibêjin:

Em ê nehêlin hûn Êzidiyan bikin qurbanên berjewendiyên xwe.

Axa Kurdistanê ne mal û milkê PDK’ê ye.

PDK ji aliyekî ve axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, ji aliyê din ve jî bi hevkariya dagirkeran re gefê li destketiyên gelê Kurd dixwe.

Dîrok wê şerma PDK’ê ya ku Êzidî li hemberî DAÎŞ’ê neparastin û reviya û hewlesta ku îro nîşan dide û bûye parçeyek ji dagirkeirya herêmê.

Gelê me vê helwesta PDK’ê şermezar bike û em bang li civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî vê rewşa ku bûye sedema komkujiyeke nû, helwesteke ciddî nîşan bidin.

Bêdengî hevkariya komkujiyan e.

Em bang li hemû gelê xwe yê Kurdistanê, partî, rêxistin û saziyên sivîl dikin ku li dijî van êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.