Li Başûrê Kurdistanê dîroka ji xiyanetî tijî ya PDK’ê -1

 

Aşbetalî, anîna artêşa dagirkeran, ketina pêşiya dijmin, komkujî, revandin, qetilkirin, girtin, xiyanet û şerê navxweyî taybetmendî û pênaseyên herî eşkere ne ku PDK ji damezrandina xwe heta îro li Başûrê Kurdistanê bi wan tê naskirine.

 

Di van çend deh salên borî de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Başûrê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê pêşengê xeta xiyanetê ye. Hêzeke şoreşger û azadîxwaz a Kurd nîne ku PDK’ê li dijî wê şer nekiribe. Di heman demê de tu rejîm û dewleteke dagirker dijminê Kurd nemaye ku PDK’ê tifaq pêre nekiribe. Di vê dosyayê de em rêzexiyanetên PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê eşkere dikin.

Aşbetalî ya 1975’ê

Piştî îmzekirina Peymana Cezayîrê ya di 6’ê Adara 1975’an de û çêkirina tifaqa Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlewî û Sedam Husên ku cîgirê serokomarê wê demê yê Iraqê bû, Şahê Îranê dev ji Mela Mistefa berda û alîkariya bi wî re dikir, rawestand. Ji ber ku Barzanî mayîna xwe bi vê alîkariya Pewlewî ve ve girêdabû, bi vê Peymana Cezayîrê roja wî ava dibe. Piştî 14 rojan ji vê peymanê, Mela Mistefa AŞBETAL’iyê radigihîne û dest bi “Tevgera Îlonê” dike.

Komkujiya malbata Cemîl Hemed Axayê Mêrgesorî

Li gorî gotina Şêx Eyûb Barzanî ku pismamê Mesûd Barzaniye, Mela Mistefa Barzanî piştî beyanameya 11’ê Adarê, ji bo Mesûd Barzanî li cihê xwe destnîşan bike, şoreş û hemû kesên dilsoz û nêzî xwe, heta kurên xwe yên din dike qurbanî. Divê demê de ji tirsa ku hevpeymaniyek di navbera Ebdulahê kurê Mela Mistefa û kurên Hemed Axayê Mêrgesorî de çêbibe, di 14’yê Sibata 1971’an de Cemîl Hemed Axayê Mêrgesorî bi fermana Mesûd Barzanî li Hewlêrê tê kuştin. Piştî demek kurt, birayê Cemîl Hemed Axa yê bi navê Faxir Mêrgesorî kujerê birayê xwe ku endamekê Parastinê bû, dikuje û tola birayê xwe dihilîne. Kuştina vî kujerî li zora Mela Mistefa û Mesûd Barzanî diçe. Ji ber vê yekê di sala 1975’an de hemû binemala Hemed Axayê Mêrgesorî tên girtin û piştre wan hemûyan qetil dikin. Bi vê yekê Mesûd Barzanî komkujiyek bi ser malbata Hemed Axayê Mêrgesorî pêk anî.

 

Karesata Hekarî

Di havîna sala 1978’an de Komîteya Serkirdayetiya YNK’ê biryar dide hêzên wan ji deverên Nawzeng û Binarê Qendîlê derbazê devera Biradost û sêgoşeya sinorê Îran, Tirkiye û Iraqê bibin. YNK’ê dixwest li Biradostê baregehek ava bike, çek û alîkariyên ji Suriyeyê ve dihatin bi rêya Bakurê Kurdistanê re bigihe destê wan.

 

Bi vê armancê YNK hêzek pêşmerge dibin fermandariya Elî Eskerî de dişîne herêma Biradostê. Ev hêz derbazî Bakurê Kurdistanê dibin û heya cihek diçin ji bo xwe bigihînin çek û alîkariyên ji wan re hatine.

Di destpêka meha Hezîranê de hêza YNK’ê li gel hinek ji eşîrên devera Şemzînan, Çelê û Qileban dikevin nava şer. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêdibin. Piştre wek sê koman vedigerin sinorê Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber neşarezebûna deverê ew hêz belave dibe.

Newşîrwan Mistefa di berga çarem a pirtûka Karesata Hekarî de dibêje: “Serkirdayetiya wê demê ya PDK’ê piraniya eşîrên Bakurê Kurdistanê li dijî YNK’ê sor kiribûn, ji wan re gotibû ku ‘wê YNK gundên we talan bike, zilaman bikuje û jinan dîl bigirin’. Ji eşîran re gotibûn ‘YNK ji bo belavkirina kafirtiyê bê dîniyê hatine.’ Ev yek jî bû sedem eşîrên devera Şemzînan, Çelê û Qilaban li dijî YNK’ê çek hilgirin û deverên stratejîk bigrin.”

 

Piştî wê bi rojekê, hêza PDK’ê û li gel eşîrên Şemzînanê bi ser koma sêyem a YNK’ê de digrin. Her yek ji fermandarê wê hêzê Elî Eskerî, Endamên Mekteba Siyasî ya YNK’ê Dixtor Xalid Seîd û Şêx Hisên Babeşêx Êzidî bi dîl digrin. Piştre ji aliyê serkirdayetiya PDK’ê ve bi çeka bîsîfingê (RPG) tên şehîdkirin. Nêzî 700 pêşmerge û fermandarên pêşmergeyên YNK’ê di wê demê de tên şehîdkirin. Piştre jî navê ‘Karesata Hekarî’ lê tê kirin.

Di salên 1980’yan de gelek şerên navxweyî çêbûn, di van şeran de bi sedan pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Ev hemû şer û kuştin ji ber xwesteka xwe ferzkirinê ya PDK’ê ya li çiya bû.

 

Şerê Navxweyî (1994-1997)

Şerê mezin yê navxweyî di navbera YNK’ê û PDK’ê de di sala 1994 ta sala 1997’an rû da. Heta niha ku ev 26 salin di ser bi dawîbûna vî şerê navxweyî de derbaz dibe, lê heta niha jî bandora wê maye. Di encama van şeran de zêdetirî 10 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 30 hezar welatî koçber bûn.

Rizgarkirina Hewlêr ji rejîma Baasê, li xweşa PDK’ê neçû!

Di dema şerê Kendavê û qedexekirina asîmanê Başûrê Kurdistanê ji balafirên rejima Baas re, YNK’ê ji bo rizgarkirina Hewlêr ji hêzên rejima Baas dest bi operasyonê kir. Hêzên YNK’ê karîn Hewlêr ji bin kontrola hêzên Baas derxîne û kontrol bike. Piştî Hewlêr hat rizgarkirin, wek paytexta Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.

PDK’ê rizgarkirina Hewlêr ya ji aliyê YNK’ê ve tehemul nekir û ket nava hewildanan daku YNK’ê ji Hewlêrê derxîne.

 

Barzanî name ji Sedam re şand

Roja 22’yê Hezîrana heman salê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima Baas Sedam Husên re dişîne û ji Sedam daxwaza hevdîtinê dike. Name bi van gotinan destpê dike; “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatina xwe fikra destwerdana Îraniyan a karûbarên Iraqê bikin.”

 

Piştî şandina vê namê çend rojek, Mesûd Barzanî diçe Bexda û li gel Sedam Husên hevdîtinekê dike û lihevhatinekê dikin.

Li gorî vê lihevkirinê artêşa Baas wê alîkariya PDK’ê bikira ku Hewlêrê bigire. Li beramber de jî PDK’ê wê rê ji artêşa Baas re bidaba ku li Hewlêr û Pîrmamê alîgir û karmendên muxalîf yên Iraqê bigirtana û dest bi ser baregehên wan de bigirtiban.

Artêşa Baas ya Sedam Husên bi hevkariya PDK’ê Hewlêr dagir kir!

Di sibeha 31’ê Tebaxê de hêzên artêşa Baas ji Kerkûk û Mûsilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê. Hejmara artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Di destpêkê de li nava Hewlêrê şerek giran rû neda. Piştî ku hêzên PDK’ê 13 pêşmergeyên YNK’ê gulebaran kirin, li taxên Enkawa û çend taxek din yên bajêr şer rû da. Piştre rejima Baas Hewlêrê dagir kir. Tankên rejimê gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Li gorî daneyan, di wan şeran de 450 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Artêşa Iraqê bi qasî mehek li Hewlêrê ma û di wê demê de dest bi girtin û kuştina hêzên muxalîf kir.

Ji sala 1983’an ve PDK’ê li gel artêşa Tirk a dagirker bi dehan çalakiyên mezin yên dagirkeriyê li dijî gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Heta roja me jî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û welatparêzên Başûrê Kurdistanê nobedarên artêşa dagirker a Erdogan’in.

PDK ne tenê alîkariya artêşa Tirk a dagirker dike, bi tevahî bûye beşek ji artêşa Tirk a dagirker û hemû şiyanên xwe yên leşkerî û îstixbaratê xistiye xizmeta dewleta Tirk. Her wiha PDK dikeve pêşiya karwanên leşkerî yên dewleta Tirk, gund bi gund û herêm bi herêm bi wan dide naskirin. Yan jî li çiyayan bi kepçe û alavên din rê li ber wan vedike û li kêleka baregeh û nuqteyên xwe yên leşkerî, leşkerên artêşa dagirker diparêze. Di encama vê xiyaneta dawiyê ya PDK’ê de, artêşa Tirk a faşîst ji sedê 75’ xaka parêzgeha Dihokê dagir kiriye û dixwaze wê bi Tirkiyê ve girêbide, bi gotinek din dixwaze îlhaq bike.