Li Ewrûpa û Kurdistanê 15’ê tebaxê cejna Vejînê hat pîroz kirin

 

Kurdistaniyên herêma Normandiya a Fransa 40 saliya pêngava 15’ê tebaxê bi coş pîroz kirin.

Di şahiyê de, kurdistaniyan peyama fermandariya navenda parastina gel Murat Karayilan a derbarê 15’ê tebaxê temaşe kirin.

Hunermend Farqîn Azad, Tuncay Dilemin û Devrîm Azad derketin ser dikê.

Gel li ber stranên hunermendan govend gerandin, cejna xwe pîroz kirin

15’ê tebaxê li paytexta Awusturya Viyana bajarên wê Graz û Lînzê jî bi coş hat pîroz kirin.

Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek axivî got, “Fikrên mîmarê 15’ê Tebaxê Rêber Apo, gelên cîhanê ronî dike. Ji Zapê heta Avaşînê, ji Avaşînê heta Metîna ji hemû aliyên cîhanê em ê xwedî li têkoşîna PKK’ê û berxwedana gerîla derkevin û ji xwe re mînak bigirin.

Pîrozbahiyek jî li bajarê Hewlêr ê başûrê Kurdistanê bi pêşengiya nunertiya HDP’ê pêkhat.

Di çalakiyê de, fermandar Mahsûm Kormak Egîd hat bîranîn, behsa girîngiya pêngavê hat kirin.

Cejna Vejînê li binarê Qendîlê jî bi şahiyekê hat pîroz kirin

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal axivî, peyama encûmena gel a binarê Qendîlê û ciwanên welatparêz hat xwendin.