Ji bo Rosîda Merdîn li Goserê şîn hat danîn, gel bi girseyî çûn Şînê

Şehîd Rosîda Merdîn bi navê xwe yê din Emîne Demîr 17’ê adara 2024’ê li gel du hevalên xwe li herêmên Parastina medya şehîd bû.

Rosîda Merdîn xwediya îmtiyazê ya rojnameya azadiya welat û mudira karên nivîskariyê ya rojnamê bû.

Di temekekî ciwan de ev bar rakiribû û ji xebatên rojnamegeriyê re pêşengî kiribû.

Ji bo Rosîda Merdîn li Qoserê şîn hate danîn, gel bi girseyî berê xwe dan şînê.

Serdan bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê pêkhat.

Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li serdana şîna ji bo Rosîda Merdîn bûn.

Şandeya ji hêla malbata Demîr ve hatiye pêşwazîkirin, sersaxiya malbatê xwest.