Tevgra Jinên Azad TJA “Em pênûsa wan li erdê nehêlîn, têkoşîna xwe mezin bikin.

Li taxa Kultur a Batmanê, ji bo şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.

Di roja 3’mîn de, endamên Tevgera Jinên Azad û Rêxistana DBP’a bajêr serdana taziyê kirin.

Di serdanê de Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî axivî û got:

“Ya ji hevalên me, ji me re mayî, mezinkirina mîrateya berxwedanê ye.

Gulistan û Hêro hem ji bo têkoşîna Gelê Kurd û hem jî

ji bo azadiya jinê kedek mezin dan.

Em ê di rêya wan de bimeşin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin