Di çalakiyên gerîla de, wesaîteke zirxî û sê dron hatin îmhakirin

 

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên gerîlayan eşkere kir.

Derbarê çalakiyên hewayî yên yekîneya Şehîd Axîn Muş de HPG’ê ev agahî da.

Yekîneya şehîd Axîn Muş 26’ê Tebaxê li herêma şehîd Delîl a rojavayê Zapê çalakiya hewayî kirin.

Çalakî saet di 12 û 47’ê de pêkhat, yekîneya şehîd Axîn dagirkerên li qada girê Amediyê kirin hedef, wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate îmhakirin, dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Gerîlayên YJA Starê 24 û 25’ê tebaxê li qada berxwedanê ya girê Cûdî 2 çalakî li darxistin.

24’ê tebaxê saet di 6 û 50’î de gerîlayên jin li hemberî dagirkerên ber bi tunelên şer ve diçûn bi çekên nîv otomatîk çalakî kirin. Saet di 09:15’an de dest danîn ser teqemeniyên dagirkeran.

25’ê Tebaxê jî bi çekên ferdî li drona dagirkeran xistin.

Gerîlayan li qada berxwedanê ya Girê Amediyê jî 24 û 26’ê tebaxê 4 çalakî li darxistin, çalakiyek ji aliyê YJA starê ve pêkhat

3 çalakî bi çekên giran pêkhat, çalakiyek jî bi şêwazê sekvaniyê.

Di çalakiya YJA starê de dagirkerek birîndar bû, her wiha derb li 2 çeperan hate xistin.

Gerîlayan 26’ê tebaxê li qada berxwedanê ya Girê Biharê jî bi çekên ferdî çalakî kirin.

Di çalakiyê de gerîlayan drona dewleta Tirk a bi teqemeniyên barkirî kirin hedef.

Drona hat hedef kirin êrişî tunelên şer dikirin.

Gerîlayan dron li hewa kirin hedef û ew bê bandor kirin.

Ne tenê bê bandor kirin, di heman demê de dest danîn ser teqemeniya li ser jî.

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên bi teqemeniyên qedexe de HPG wiha got:

24 û 26’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tunelên şer 6 caran, tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Her wiha

24, 25 û 26’ê Tebaxê

Li Herêma Xakurkê qada Meskenê,

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4,

Li Herêma Qendîlê qada Sinê

Li Herêma Garê Deşta Kafya, Girê Kun

Li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi giştî 10 caran bi balafirên şer

Li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.