Meclisa bajarê Amûdê êrişa li dijî taxa Mesakin şermezar kir. Di êrişê de welatiyek şehîd bû û hin jî birîndar bûn.
Endama Komîteya Jinan a meclisa bajêr li cihê bûyerê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berpirs hat dîtin. Her wiha bang li cîhanê hat kirin ku van êrişan bi dawî bikin.