Cenazeyê kedkara çapemeniya azad Gulistan Tara, li Êlihê hate veşartin.

 

Cenazeyê Gulîstan Tara ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate pêşwazîkirin, piştî karûbarên otopsiyê yên li Saziya Tiba Edlî ya Şirnexê anîn Êlihê.

Cenaze li vir bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk tê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Jin jiyan azadî” û “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” hate pêşwazîkirin.

Jinên ku cenazeyê Gulîstan hilgirtin, xwestin heta Goristana Tilmerc a ku dê lê bê veşartin bibin.

Polîsan êrişî girseyî ku bi dirûşmeyan cenaze dibir kirin.

Hate xwestin ku tenê malbata Gulîstan û parlamenter tev li merasîma veşartina cenazeyi bibin.

Li dijî vê yekê girseyê bi dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Şehîd namirin” bersiv da polîsên ku êrişî wan kirin.

Dema wergirtina cenaze ya goristanê de parlamenterên DEM Partiyê Zekî Îrmez û Sabahat Erdogan Saritaş hatin derbkirin.

Malbat û jinên ku bi berxwedanê ketin hundir, cenazeyê Gulistan Tara veşartin.

Qûrnefîl û wênekeş danîn ser gora Tara.

Kekê Gulîstan Tara, Ahmet Bulent Tetîk ê li ser gorê axivî, wiha got:

“Rêya çapemeniya azad rêyeke pîroz e, me girêdayîna hevrêyên Gulistanê ya li hemberî bîranîna Gulistanê dît.

Me li Silêmaniyê jî girêdayîna hevalên wê ya Gulistanê dît.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû axivî û got:

“Me dît ku ka hevalên me li Herêma Kurdistana Federe di şertan de dixebitin û zehmetiyên ku çapemeniya azad dikişîne dîtin.

Em di konaxa dawî de bûne şahidê yek ji mînakên herî zelal ên êrîşên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li dijî gelê me.

Li aliyê din, hedefa bingehîn a hikûmetê her tim jin e.

Li rê û rêbazên kuştina jinê digere.

Em weke jinên ku têkoşînê dikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin.

Jin jiyan azadî.”

Piştî veşartina cenaze birayê Gulîstan Tara Mûstafa Mesût Tekîk ji gelê ku li goristanê disekinin re axivî û wiha got:

“Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, yên bi me re di nava hevgirtinê de cih digirin û şehîdê me hembêz dikin, dikin.

Em weke malbat û hevrêyên Gulistanê ji gelê kurd re soz didin. Heta ku aştî were ser vê axê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Îro li eywana civînê ya li taxa Pazaryeriyê şîn werê danîn û sersaxî werê qebûl kirin.