HPG: Heta fîşeka xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê 17 û 18’ê Tebaxê yê li qada Kela Memê ya Botanê daxuyaniyek da.

HPG radigihîne, ku li herêmê şerekî dijwar qewimî ye û van agahiyan dide:

17’ê Tebaxê milîtanên fedayî yên Apoyî, hevalên me Xebat Cûdî û Zamanî Amanos, di êrişa hewayî de şehîd bûn.

Piştî şehadeta herdu hevalan, qad careke din bi balafirên şer û helîkopteran bi dijwarî hat bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker paşê tevgereke bejahî da destpêkirin.

Fermandarê me yê fedayî Serhed Jêhat û milîtanê fedayî heval Yilmaz Dersim, ji bo derbê li tevgera dijmin bixin ketin nava tevgerê.

Di navbera dagirkeran û hevalên me de 18’ê Tebaxê şer qewimî û bi saetan bi dijwarî dewam kir.

Artêşa Tirk a dagirker a dîtî bi milîtanên fedayî yên Apoyî nikare, qada hevalên me lê bi balafirên şer bombe kir.

Herdu hevalên me tevî van hemûyan jî bi lehengî şer kirin, guleyên dawî ji bo xwe veşartin û ji bo bi saxîtî nekevin destê dijmin, bi fedayîtî meşiyan şehadetê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar dike, ku her çar gerîla şoreşgerên fedayî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî bûn û dibêje;

Ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiya wî, beşdarî nav refên gerîla bûn û tevahî bêderfetî û zehmetî pelçiqandin.

Li her qada lê bi canbexşiyeke mezin ked dan, her cure berpirsiyariya bi rîsk hilgirtin ser milan û berê xwe timî dan biserxistina têkoşînê.

Bi têkoşîna xwe, her kêlî tirs xistin dilê dijminê qirker.

Bi şehadeta xwe jî bûn xewnereşka wî dijminî û navê xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin.

Zarokên hêja û fedayî yên gelê me, destaneke nû ya çaran nivîsîn.

Em soz didin, ku em ê li ser rêça van hevalan bimeşin, milîtanî û sekna wan a bêdudilî ji xwe re mînak bigirin, bi hilanîna tola wan em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevalên xwe, em ji bo tevahiya welatparêzên Kurdistanê sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Veysel Sevinç bi nasnav Serhed Jêhat, navê dayik Melek navê bav Abdulgafur li Agîriyê ji dayik bûye, di 18’ê Tebaxa 2024’an de li Botanê şehîd bû.

Bariş Kartal, bi nasnav, Yilmaz Dersim, navê dayik Fatma navê bav Abdullah li Şirnexê ji dayik bûye, di 18’ê Tebaxa 2024’an de li Botanê şehîd bû.

Reşîd Çevîk bi nasnav Xebat Cûdî, navê dayik Saadet navê bav Muslum li Şirnexê ji dayik bûye, di 17’ê Tebaxa 2024’an de li Botanê şehîd bû

Serhad Guzel bi nasnav, Zamanî Amanos, navê dayik Mulkiye navê bav Omer li Mêrdînê ji dayik bûye, di 17’ê Tebaxa 2024’an li Botanê şehîd bû.

HPGê li ser tekoşeriya gerîlayên şehîd vê nirxandinê dike.

Hevrê Gerilla Sehed Jêhat, li navçeya Panosê ya Agiriyê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû û bi hestên welatparêz mezin bû.

Piştî ku xizmên wî, wekî Jêhat Agirî, Serxwebûn Jêhat tevlî nava Tevgera Azadiyê bûn, tevgera Apoyî nas kirin û di 15’ê Tebaxa 2005’an de tevlî nava refên Gerîla bû.

Hevrê Gerilla piştî perwerdeya detspêkê li her qadên berxwedanê têkoşîn kir.

Di salên 2011, 2012’an de, li Botanê, li dijî dewleta Tirk a qirker têkoşîn kir.

Piştre derbasî Herêmên Parastina Medya bû.

Piştre bû Fermandariya Eyaleta Xakurkê, ji wur jî berê xwe da Bakûrê Kurdistanê.

Hevrê Serhed, li dijî dijmin, bi birîndarî şer kir û di 18’ê Tebaxa 2024’an de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê, Gerilla Yilmaz Dersim jî, li navçeya Şirnex Silopiya dinava malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Hîna di biçûkatiya xwe de Gerilla û Tevgera Azadiyê nas kirin.

Piştî dibistana seretayî, neçû dibistanên metînger.

Weke ciwanekî Kurd yê bi rûmet, di sala 2013’an de tevlî nava refên Gerilla bû.

Piştî perwerdeya despêkê ya Gerillatiyê, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Herî dawî li bakurê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker di 18’ê Tebaxa 2024’an li herêma Kêla Memê di şerê bi dijminre heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevlî nava karwanê Nemirên Kurdistanbê bû.

Herê Grilla Xebat, li Şirnexê dinava malbatek welatparêz de ji dayik bû û bi nirxên welatparêzî mezin bû.

Di sala 2015’an de şahidiya Berxwedana Xweser a li Bakurê Kurdistanê kir û li Şirnexê di nava refên berxwedanê de cih girt.

Piştî wê demê malbata wî, koçî Mêrsînê kir.

Heverê Gerilla di sala 2016’an de ji Garzanê tevlî nava refên Gerîla bû.

Piştî perwerdeya destpêkê ya gerillatiyê, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Xebat piştî perwerdeya akademîk dît û piştre çû Bakurê Kurdistanê.

Bi ruhê serdemê rast fêhm kir, li gel zor û zehmetiyan, bi ruhê fedaî yê Apoyî, li dijî hêzên djimn şer kir û di 17’ê Tebaxa 2024’an de li Kela Memê di êrîşa dijmin de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê Gerilla Zamanî jî li navçeya Mêrdîn, Dêrika Çiyayê Mazî dinava malbatek welatparêz de ji dayik bû û hîna di zarokatiya xwe Tevgera Azadiyê nas kir.

Bi taybetî salên 1990’î di demekê ku dewleta Tirk a faşîst gund dişewitandin, kuştinên kiryar nediyar dikirin, rastiya dijmin nas kir.

Dema li Skenderûnê beşa endezyariya înşaetê dixwend, hate girtin, pişî 5 sal û 2 mehan li zindanên dewleta Tirk ma hate berdan tevlî nava refên Gerilla bû.

Piştî perwerdeya destpêkê, li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Zamanî di 17’ê Tebaxa 2024’an li Kela Memê di êrîşa dijmin de ligel hevrêyê xwe Xebat tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.