TJK-E. li pêşiya NY starta kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ ragihand

 

TJK-E destnîşan kir ku kampanya wan ‘Tîrêjên Rojê’ di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re’ hatiye destpêkirin.

Jinên ku bersiv dane banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsre -YJK-S, li qada Natîons ku Ofîsa NY ya li Cinveê lê ye, kom bûn.

Li ser navê YJK-Sê Hêlîn Saglam daxuyanî xwend û got; Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd e û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê giring e.

Felsefeya Konfederalîzma Demokratîk nêrîneke cîhanî ye û parastina bingeha xweza, civak û demokrasiyê ye. Ev nêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriye hate zindî kirin.

Helîn Saûlam, n bang li CPT, Konseya Ewropa, Parlementoya Ewropa, NY û hemû sazî û dezgehên têkildar kir ku li dijî tecrîda mutlaqa ya li Imraliyê bikevin nava liv û tevgerê.

Li Imraliyê qanûnên neteweyî û navneteweyî têne bin pê kirin. Divê zext li dewleta Tirk bê kirin ku Rêber Abdullah Ocalan werê azad kirin û diyaloga çareseriya pirsgirêka Kurd werê destpêkirin.

Piştî daxuyaniyê, berdevka YJK-S’ê Selma Surer axivî û têkildarî kampanya ‘Tîrêjên Rojê” agahî dan û got; ev kampanya wê bibe ronahiya hemû tarîtiyên ku sîstema faşîst ya Tirkiyê afirandine.

Kampanya wê heta 12’ê Cotmehê bê navber bi çalakiyên cûda dewam bike.

Em bang li hemû jinên alîgirê demokrasiyê, bi taybet jinên Kurd dikin ku xwedî li kampanyayê derkevin.