Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê 8-9’ê îlonê li Amedê komxebata “Birêxistinbûn û birêxistinkirinê” li dar bixe.
Komxebat wê bi dirûşma Azadî bi rêxistinbûnê destpê dike, rêxistinbûn serkeftine were li darxistin, dê saziyên demokratîk û nûnerên tevgerên jinan beşdar bibin.
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Narîn Gezgor a ji Rêxistinkirinê berpirse li ser komxebatê axivî.
Narîn Gezgor vê nirxandinê dike:
Di vê pêvajoyê de gelek pêşengên siyasî û aktîvîstên jin, saziyên jinan hatin girtin, partiyên siyasî û komele bûn hedef. Xwestin pêşî li rêxistinbûyîna civakê bigirin, civakêk bê rêxistin bibe.
Li ser girîngiya xweparastinê û rêxistinbûnê jî Narîn Gezgor vê nirxandinê kir:
Li Kurdistanê bêrêxistinî pelek jî nalive. Partiyên siyasî, saziyên demokratîk, avahiyên çep-sosyalîst biryar girt komxebata Azadî bi rêxistibûnê destpê dike li darbixe.
Rêxistinbûn bingeha azadiyê ye, armanca bingehîn serkeftine. Em bi îdiane, emê serbikevin. Emê sîstemeke wiha avabikin ku; kêmasiyên di warê rêbazê de hene, pirsgirêkên rêxistinî û belavbûnê nîqaş bikin û xwe bigihînin rêbaza rast.
Li hemberê tevgera jinê êrişek taybet heye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî komele, rêxistinên saziyên sivîl, dîrok, çand û baweriya gel li berxwe didin.
Lê ji bo vê bingehek rêxistinî divê, lazime em vê nîqaş bikin, xalên hevpar û destnîşan bikin. Di komxebatê de emê nexşeya rê diyar bikin.