Iraq bi lihevkirina bi dewleta Tirk re bû şirîkê sûcê qetilkirina welatiyan!

 

Di 40’emîn salvegera teqandina fîşeka yekem ya Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an de, ango di 15’yê Tebaxa 2024’an de di navbera Iraq, PDK û dewleta Tirk de li Enqereyê civînek hate lidarxistin. Di vê civîna ku berdewamiya hevdîtinên beriya niha yên li ser esasê hedefgirtina destkeftiyên PKK’ê û gelê Kurd de, bi hevkariya PDK’ê di navbera dewleta Tirk û Iraq’ê de ‘peymana ewlekariyê’ hat îmzekirin.

 

Şandeke ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya nûnerê PDK’ê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî û Endamê Îstîxbarata PDK’ê (Parastin) Rêber Ehmed, Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed li Enqereyê li gel şandeya dewleta qirker ku Wezîrê Şerê Taybet û Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan, Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Yaşar Guler pêk dihat peymaneke metirsîdar li dijî Tevgera Azadiyê, gelê Kurd, xaka Herêma Kurdistan û Iraqê îmze kirin.

Li gorî peymanê, dewleta Tirk û Iraqê wê li Bexdayê navendeke hevpar a koordînasyon û îstîxbaratê ava bikin. Bi wateyeke din Bexda biryara bombebarankirina xaka Iraqê dide. Gund, zevî û baxçeyên welatiyan bi biryara Iraqê tên valakirin, şewitandin û wêrankirin.

Her wiha bi vê lihevkirina qirêj ya di navbera Iraq û dewleta Tirk a faşîst de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistan, serweriya Iraqê û welatiyên sivîl yên Kurd jî tên fermîkirin. Navenda leşkerî ya Başîqa ku beriya niha artêşa Tirk a dagirker di Îlona 2014’an de lê bicih bûbû û bi qasî 100 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyeyê dûre; ewê hem ji bo artêşa Tirk û hem jî ji bo artêşa Iraqê weke navenda perwerdehiya leşkerî were bikaranîn. Ev bi temamî bicihbûna artêşa Tirk a dagirker li Iraqê ye û bi vê lihevkirina qirêj dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan û dewleta Iraqê tê fermî û rewakirin.

-Pêngava yekem a pêkanîna vê lihevkirina qirêj ya dewleta Tirk û Iraqê di 23’yê Tebaxê de bi bombebarankirina wesayîteke rojnamevanên Şîrketa Chatr Media Production ku di encamê de 2 rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, her wiha yek jê bi fîzîkî 5 jî ji hêza lêdanê bandor bûn.

-Êrişên dewleta Tirk tenê bi vê yekê sînordar neman û di 3’yê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker gundê Merge Hewşê yê zozanên Sinûnê ku girêdayî bajarokê Sîdekan yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê topbaran kir û di encamê de şivanê bi navê Bedî Kemal jiyana xwe ji dest da.

-Di 4’ê Îlonê de li nêzî bajarokê Xelekan yê giêdayî navçeya Dûkan ya Silêmaniyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balafira bêmirov û biçek wesayîteke welatiyên sivîl bombebaran kir ku di encamê de bavê bi navê Muzefer Hisên û 2 kurên wî yên bi navê Mihemed Muzefer (18) û Mobîn Muzefer (14) şehîd bûn.

-Rojek piştî êrişa li Xelekan, di 5’ê Îlonê de balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a qirker  wesayîteke din ya sivîlan li gundê Hermêle yê bajarokê Çiwarta (Şarbajêr) yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir. Di encamê de 3 welatiyên sivîlan ku yek ji wan zarok bû û kanûle di destê wî re bû, jiyana xwe ji dest dan.

Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker yên li ber çavên Hikûmeta Iraqê û desthilata Başûrê Kurdistanê de, beriya du rojan ango di 10’ê Îlonê de dewleta Tirk Saziya Dayikên Aştiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir û di encamê de sê jinên binavê Gulê Ozek, Edîbe Paksoy û Ezîme Kabûl birîndar bûn.

Ango, ji lihevkirina qirêj ya di navbera dewleta Tirk û Iraqê û vir ve balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a qirker bi sedan kîlometre kûrahî derbasî qada hewayî ya Iraqê bûne, li ber çavê Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatiyên sivîl yên Kurd bombebaran kirin ku di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 9 sivîl jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk rojê bi dehan caran gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, agir bi ser welatiyan de dibarîne, zarok û welatiyên sivîl qetil dike, daristan û jîngeha Kurdistanê dişewitîne, gundan vala dike, daristanan dibire û dişîne Tirkiyeyê. Ev hemû jî encama bêdengiya kûr ya kolanên Iraq, Herêma Kurdistanê  her wisa ji kerbûna hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya demborî ye.

Tiştê ku hêjayî gotinê ye, tevî van hemû kiryaran û rijandina xwîna welatiyên xwe jî, lê Iraq bi awayekî bêşerm bi dewleta Tirk re lihevkirin û peymanên di bin navê ewlekariyê de îmze dike û bi pêkenîn biryara rakirina balafirên şer û bêmirov ku rojane agir bi ser zarokan Kurdan de dibarîne, îmze dike. Çavdêr jî Iraq û Herêma Kurdistanê weke sûcdarên hevparên êrişên hovane yên dewleta Tirk dibînin.