Endamên koma xwendinê ya parêznameyên Rêber Apo: Her ku em parêznamê dixwînin em bi hêza xwe dihesin

Ji bo xwendinê li gelek bajar û bajarokên 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kom hatine avakirin.

Kom li her herêmekê li gorî pêwîstiyan parêznameyekê dixwînin. Di vê çarçoveyê de parêznameyên “Sosyolojiya Azadiyê”, “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” û “Parastina Kurdên di nava Pencê Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” tên xwendin. 

Li bakur û rojhilatê Sûrî akademiya zanistên civakî ya Abdulah Ocalan, komên xwendinê avakirine.

Komên xwendinê, beşa pirsgirêka civakê ya Bajarbûnê ya sosloyojiya azadiyê ya Rêber Apo dixwîne.

Endamên komê li Qamişlo bi malekê tên cem hev, parêznameyên Rêber Apo beş bi beş dixwînin, li ser gotûbêj dikin, hewil didin fêm bikin.

Endamên komê, Taz Paşa û Endamê Partiya Yekitiya Suryan Mûsa Hena derbarê xwendinê û tişta fêm dikin û nîqaşên xwe de ji ANHA re axivîn.