Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Malbata Rêberê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê bi riya parêzerên xwe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û daxwaz kirin kiu biçin Giravê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dinç, di serlêdana xwe de diyar kirin ku 42 meh in bi ti awayî agahiyan ji xizmê xwe Andullah Ocalan nagirin û ew dinava fikarên mezin de ne.

Di heman demê de, Xwişka Omer Hayri Konar, Emîne Konar, birayê Hamili Yildirim Polat Yildirim û xwişka Weysi Aktaş Melîhe Çetîn bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girttîgeha Imraliyê dan û daxwaz kirin ku biçin Giravê û bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.

Malbatên 3 girtiyan jî, di serlêdanên xwe de gotin ku 42 meh ini bi tu awayî agahiyan ji xizmên xwe nagirin û ew dinava fikarên mezin de ne.

Malabatan got ku mafê wan yê hevdîtina bi xizmên wan re, bi ayekî keyfî û derî qanunî têne asteng kirin.

Malbatan daxwaz kir ku kiryarên keyfî û li derî qasnunî bên rakirin û hevdîtina wan ya bi ximzên wan re werê pêkanîn.