Jinan ji Strasburgê bang kirin: Armanca sereke azadkirina Rêbertiyê ye

 

Li Fresna bajarê Strasburgê, Jinan di çarçoveya kampanyaya “Tîrêjên Rojê” ya TJK-E de meşiyan.

Jinên ku bi pêşengiya Komuna Jinê ya Zîn de li Place Republique kom bûn û heta bi Place Kleberê meiyan miting kirin.

Di mitingê de endama Komunê Helena Dersim, axivî û got;

Em hemû bindestan, kedkar û kesên li demokrasî û azadiyê digerin vedixwînin têkoşîna li dijî mêtîngeriya dewleta Tirk,

Piştre Berdevka Komunê Roşna Çewlîg axivî û got;

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareser” gelekî giring e.

Divê ev kampanya bê xurt kirin û azadiya Rêberê me û gelê me werê misoger kirin.

Ji bo vê jî gelek bar dikevê ser milê jin û ciwanan.

Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me were misoger kirin, em ê li qadan bin û azadiya Rêber Apo biqîrin.”

Hevseroka DKTM’ê ya Strasbourgê Sîdar Amedî jî axivî û got:

Dewleta Tirk hemû mafên mirovan binpê dike û sucên şer dike.

Em weke gelê Kurd careke din dubare dikin; Rêbertiya me vîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd e.

Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê saziyên Ewropa bi taybet CPT demildest biçin Îmraliyê û erka xwe pêk bînin.”

Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.