YPJ ‘ê li hemberî artêşa Tirk çalakî kir, 3 eskerên artêşa tirk hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê têkildarî çalakiyê agahî parve kirin.
Navendê li rex encamê, dîmenên çalakiyê jî parve kir û got;
Şervanên me baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Yaşli a Minbicê kir hedef.
3 eskerên artêşa tirk hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Radara baregehê jî hate îmha kirin.
Navendê Ragihandina YPJ’ê herî dawî got;
Baregeha bû hedef, rojane gundewarên Minbicê topbaran dikir, jiyana gel dikir metirsiyê.
Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara Minbicê şehîd Şervîn Şerdar pêkhat.