Mûstafa Karasû: Pêngava azdiyê di sala duyemîn de lazime bigihîje armanca xwe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di bernameya taybet a Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Mûstafa Karasû Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê û pêngava li dijî wê bi berfirehî nirxandin:

Têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo zorê dide saziyên Ewrûpayê jî.

Hem CPT, hem jî Dadgeha Mafê mirova a Ewrupa ji ber têkoşînê tengav bûne.

Heta mirov dikare bibêje ku dewleta Tirk jî tengav bûye.

Em vê têkoşînê girîng dibînin û silav dikin.

Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ji bo azadiya Rêber Apo sala xwe tije dike.

Gelek çalakî hatin kirin, rojevek çêkir.

Wisa xuya dike wê hîn bêhtir bê berfirehkirin jî.

Mustafa Karasu bal kişand ser ‘Mafê Hêviyê’ ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpa li serê nîqaş dimeşîne;

Dadgeha Mafê Mirovan biryarek girt ji bo mafê hêviyê.

Lê dewleta Tirk egerên biryara mehkemeya Ewrûpa neanî cih.

Tabî li vir helwesta Ewrûpayê siyasî ye, polîtîk e.

Lê piştî ewqas têkoşînê em bawer in wê encamek ji civîna komîteyê derkeve.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bal kişand ser girêngiya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo ku wê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê bên lidarxistin û ev nirxandin kirin:

Lazime rewşenbîr û demokratên li Tirkiyê jî dengê xwe li dijî pergala Îmraliyê bilind bikin.

Behsa bêedaletiyê û nebûna hiqûqê dikin. Sedema xwe çi ye?

Sedem pergala Îmraliyê ye. Divê li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê rabin.

Ji ber wê tevlibûna çalakiyên li bakurê Kurdistan û Tirkiyê girîng e. Lazim e herkes tevli bibe.

Di dewama bernameyê de Mûstafa Karasû li ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê jî sekinî.

Ji 9’ê Sibata 2021’ê dema êrîşa li ser Garê û vir ve têkoşîneke mezin dewam dike.

Bi rastî jî têkoşîneke dîrokî tê meşandin ku dikare derbasî dîroka şer bibe.

Ev yek berxwedana man û nemanê ya Kurdan e.

Ev berxwedan li dijî vê polîtîkaya nexêr e ku li dijî mirovahiyê ye.

Kurd nikarin dest ji vî şerî berdin.

Gerîla nikare dest ji vê têkoşînê berde. Bila her kes bi vê zanibe.

Ev yek biryara gelê Kurd e, îradeya gelê Kurd e.