KCK: Hikûmeta Iraqê soz da bû, ewê wargeha Mexmurê biparêzin
Dewleta Tirk 15’ê Tebaxa 2024’an bi Bexda û PDK’ê re peyman çêkir, Piştî vê peymanê êrişên xwe yên li dijî herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê zêde kir.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, têkildarî mijarê daxuyanî da.
Diyar kir ku dewleta Tirk ji bo êrişan xwe dispêre vê peymanê û got;
Xelkê me yê li kampa Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê, rojên dawî careke din bû hedefa êrişên terorê yên SÎHA’yên dewleta Tirk.
Ev êriş li ber çavên hêzên dewleta Iraqê çêbûn ku, bi navê parastinê kamp dorpêç kirine û 24 saetan dişopînin. Dewleta Iraqê piştî hevdîtinên bi xelkê Mexmûrê re soz da gel ku wê li hemberî her cûre êrişan kampê biparêze. Di parastina kampê û ewlehiya wê de, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve berpirsyar in.
KCK’ê destnîşan kir ku êriş di çerçoveya peymanê de têne kirin û wiha got:
Beriya van êrişan li Seyd Sadiq, Dukan, Biradost û Mawetê êriş çêbûn, 7 kes şehîd bûn. Ji van êrişan dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsyar in. Çawa dibe ku balafireke bê mirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li ser ezmanê Kerkûkê yekser tê xistin?
Lê belê heman balafir, bi rojan li ser Mexmûrê digere û dikare êriş bike! Ev yek nîşan dide ku hikumeta Iraqê cudahiyê dixe navbera Kerkûk û Mexmûrê, çavên xwe ji êrîşên li ser Mexmûrê re digre. Her wiha diyar dibe ku ev êriş di çarçoveya peymanê de têne kirin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, xwest Iraq tavilê vê peymanê betal bike û wiha got;
Peyman û tifaqên bi Tirkiyeyê re, komkujiyê, şer û hilweşînê bi xwe re tîne. Banga ji bo dewlet û hikumeta Iraqê ye ew e helwest nîşan bide û tavilê dest ji peymanê berde. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI dikin ku li gorî sozên xwe tevbigerin. Jiyana xelkê me yê li wargehê biparêzin û bi vê armancê bikevin nava hewldanan.