HPG’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

 

Navenda Ragihandina HPG’ê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, di 26’ê Hezîrana 2018’an de li herêma Zapê di encama êrîşa dijminê dagirker de, hevrê Gerilla Îbrahîm û Reşîd tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bûne.

Navendê got ku, lehengên azadiyê Îbrahîm û Reşîd, pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih anîn.

Bi sekna xwe ya wêrekî, li ser xeta serketinê ya partiyê bûne mînak.

Bi dilsoziya xurt ya bi Rêbertî û şehîdan re, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijminên dagiker şer kirin û tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bûn.

HPGe, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir.

Sabrî Kahraman, bi nasnav, Îbrahîm Mêrdîn, navê dayik Kamîle navê bav Cemîl li Mêrdînê ji dayik bûye, di 26’ê Hezîrana 2018an de li Zapê şehîd bû.

Servet Uzyandi, bi nasnav Reşîd Farqîn, navê dayik Gulîstan navê bav Mehmet Alî li Amedê ji dayik bûye, di 26’ê Hezîrana 2018an de li Zapê şehîd bû.

HPGê li ser herdu şehîdan jî vê nirxandinê dike.

Hevrê Gerilla Îbrahîm, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Mêrdîn Midyadê ji dayik bûye û bi nirxên welatparêzî mezin bû.

Ji ber êrîşên dijwar yên dewleta Tirk, ligel malbata xwe, neçar ma koçî metropolan bike.

Lê li dijî polîtîkayên asîmlasyonê têkoşîn kir.

Hevrê Îbrahîm, hîna di temenekî biçûk de, di gelek xebatên cuda de cih girt û di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerilla bû.

Hevrê Gerilla Îbrahîm piştî perwerdeya şervaniya nû li herêma Zapê dît, li hemû qadên berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Îbrahîm Mêrdîn, meşa xwe ya azadiyê li metropolan da destpêkirin û li lûtkeyên Zagrosan tacîdar kir.

Bi fedekar û milîtaniya Apoyî li dijî dijmin şer kir, di 26’ê Hezîrana 2018’an de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê Gerilla Reşîd jî li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû û nirxên Kurdiyê mezin bû.

Hevrê Reşîd, ji bo alikariya debara malbata xwe, di gelek karên cuda kar kir.

Hevrê Reşîd li gel ciwanên welatparêz di nava hin xebatan de cih girt.

Di sala 2015an de tevlî nava refên gerilla bû.

Hevrêyê me Reşîd li qada Cîlo perwerdeya şervaniya nû dit û li her qada berxwedanê di eniya herê pêş de têkoşîn kir.

Hevrê Gerilla Reşîd bi kesayeta xwe ya pratîk û fedekar hem ji hevrêyên xwe re dibû alîkar û hem jî xwe pêş xist.

Weke mîlîtanekî Apoyî ji pêvajoyê re bû bersiv.

Di pratîkê de bû xwedî tecrûbê û di sala 2017’an de derbasî herêma Zapê bû.

Hevrê Gerila Reşîd Farqîn ku di 28’ê Hezîrana 2018’an de di êrîşeke dagirkeriya Tirk ya li ser herêma Zapê de tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.