Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc ji Radyoya Dengê Gel re axivî û got; Artêşa Tirk ji bo têkçûna xwe ya li hemberî Gerîlayên Azadiyê veşêre, agahiyên şaş dide û derewamnd ike.
Dewleta Tirk van operasyonan, bi pêşengiya notirvan û nokerên xayîn-hevkar pêk tîne. Hin operasyonan jî li ser agahiyên kesên xayin dikin. Ji destpêka têkoşîna çekdarî heya niha, dijmin serî li rêbazên bi vî rengî dide.
Fermandar Armanc dazanîn ku niha şerê mezin û têkoşîn bi tenê li Herêmên Parastina Medya nayê meşandin û got; Tevgera me, gelê me û dostên me li her derê li dijî faşîzma dewleta Tirk di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne.
Mezintirîn têkoşîn jî, ji aliyê Rêber Apo ve li Îmraliyê tê meşandin.
Gelê me û dostên gelê me, bi taybetî li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo gelek mitîng, meş û çalakiayn dikin. Gelê me, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo week azadiya xwe dibîne. Ev dîtinek rast e û sekna Rêber Apo jî têkoşînê mezintir û xurttir dike.
Dijmin armanc dike ku dagirkeriya li Başûr mayînde bike. Têkoşîna li Zap, Xakûrk, Metîna û Heftanîn jî her diçe mezin dibe.
Bi dewleta Iraqê re li hev kirine, ji îxaneta PDK’ê sûdê digirin û dixwazin êrîşeke hevpar pêşbixin. Gerîllayên Azadiyê, li hemberî her cûre êrîşan tedbîrên xwe standine û xwedî tecrûbeyên bi salan e. Darbên giran li wan dixe.
Leşkerên artêşa Tirk a dagierker jî, ketine nava sendorma dînîtiyê.
Rayedarên dewletê, bi drona û balafirên şer dixwaze mioralê bide leşkerên xwe.
Lê ew çi bikin jî wê nikaribin xwe ji têkçûnê rizgar bikin.