Serokê YNK’ê diyarkir ku bi salane wezîfeya serokatiya Hikumeta Herêma Kurdistanê di destê hizbekê deye û ew hizb xaka Herêma Kurdistanê firotiye dijminên gelê Kurd û Kurdistanê. Talebanî got ku divê xelk aramiyê hîs bike, neku weke niha diron li ser asîman bifirin.
Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê -YNK, Bafil Celal Talebanî, bi armanca propagandeya hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê peyamek bi dîmen belav kir.
Bafil Talabanî bêyî ku navê PDK’ê bide got; Bi salane wezîfeya serokatiya Desthilatdariya Herêma Kurdistanê di destê hizbekê de ye û ew hizb xaka Herêma Kurdistanê firotiye dijminên Gelê Kurd û Kurdistanê. Divê welatiyên me aramiyê hîs bikin. Divê gelê me, li dijî dironayên ku li asîman difirin û rojane welatiyan bikujin dengê xwe bilind bikin.
Hizba li Herêma Kurdistanê desthilatdar, rê nade Bexda mûçeyê karmendan bişîne û ev jî lîstina bi dahatuya welatiyan e.
Talabanî diyar kir ku dema borî de, Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî de xwedî rêzdariyek mezin bû û azadî hebû, lê niha nivîskar û rojnamevan li ser nivîs û gotarên xwe tên girtin û bi terorê tên tewanbar kirin.
Ez dubare dikim divê waletî li dijî van kiryarên qirêj dengê xwe bilind bikin.