Li Wan û Mêrdînê sazî û partiyên siyasî êrîşên dewleta Tirk a qirker bi daxuyaniyan protesto kirin

 

Li Wanê bi pêşengtiya Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman ARSÎSA’yê tekildarî êrişên li ser saziyên ziman û çanda kurdî çalakî hat lidarxistin.

Girse li ber derê avahiya DEM Partî ya navça Artemêtê li hev kom bû.

Rêveber û endamên ARSÎSA’yê, rêxistinên DEM Partî û DBP yên Wanê jî di navde rêxistinên sivîl û gelek mamsoteyên kurdî tev li çalakiyê bûn.

Mamosteyê ARSÎSA’yê Şevket Acar li vir axivî û bertek nîşanî erîşan da.

Li Mêrdînê jî bi heman armancê li ‘Parka Karayolları çalakî hat lidarxistin.

Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Şerafettîn Aslan di çalakiyê de axivî û got:

Em bang li desthilata faşîst a AKP-MHP dikin demildest hevalên me yên binçavkirî berdin.

Pişte Parlementerê DEM Partî Kamuran Tanhan axivî: