Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi fermandariya “Herema El Cizîrê”, fermandarên meclisên leşkerî yên Hesekê, Hol, Qamişlo, Tirbespiyê û Dêrikê re civînekê li dar xist.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSDʹê, di çarçoveya civînên dorveger ku Fermandariya Giştî bi meclisên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar dixe de ev civîn hat organîzekirin.
Navendê diyar kir ku Fermandarê Giştî Mazlûm Ebdî, endamê Meclisa Fermandariya Giştî Mehmûd Berxwedan beşdarî civînê bûn.
Mazlûm Ebdî rewşa siyasî û leşkerî li herêmê şîrove kir.
Ebdî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞʹê.
Bandor û armanca êrişên rejîma Sûriyê û êrişên wê yên li dijî herêmên Dêrazorê şîrove kirin û got:
Ev hemû hewldanên derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de bûn.
Lê rejîma Sûriyê di vê yekê de bi bin ket.
Di civînê de behsa çalakiyên leşkerî, rêxistinî û amadekariyên QSDʹê li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.
Her wiha Fermandariya Giştî kêmasiyên di xebatên meclisan de nirxandin û got divê ew yek bi rêbazên arfiner ben derbaskirin.