Rojnamevan Nujiyan Adar nivîsek li ser Gerillayên bi destê PDK şehîd bûne amade kiriye û vê dibêje
Şehîd Xemgîn an go Mervan Adem di sala 1972’an li gundê Til Cemal ê Girkê Legê ji dayik bû. Di sala 1991’ê tevlî nava refên PKK’ê bû û sala 1992’an li Heftanînê di encama kemîna PDK’ê de li gel komek ji hevriyên xwe şehîd bû.
Xwişka wî Xecê Adem, nerazîbûneke tund nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da û got; Min û dayika xwe Mervan bi hest û nirxên civaka xwe mezin kir û ji biçûkayî PKK nas kir.
Mervan dema lîse dixwend, têkiliya wî bi hevalan re çêbû û kar dikir û di sala 1991’ê tevlî nava PKK’ê bû. Min û dayika min, wê salê ew li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz ziyaret kir.
Kesayetek têr û tijî bû. Yekî ji rêzê nebû. Dema ku diaxivî mirovan dixwest lê guhdarî bikin. Xwedî karakterekî çêker bû.
Xecê Adem diyar kir ku Şehîd Xemgîn di sala 1992’an de li gel komek ji hevalên xwe berê xwe da çiyê û got; Hîn beriya ku bigiheje çiyê û bi hevriyên xwe re çayekê vexwe, di kemîna PDK’ê de li Heftanînê şehîd bû.
PDK’iyan kemîn danîbûn pêşiya Mervan û hevalên wî, ji bilî yek kesî, hemû şehîd xistibûn. Kesê ku di wê komê de bi saxî rizgar bû, hat û ji me re qalê wê xiyanetê kir.
Xecê Adem herî dawî got; PDK dibêje Kurd im, lê destê xwe dide dewleta Tirk. Divê PDK ji bîr neke, di rojên herî zehmet de yên ku ew ji erdê rakirin û piştgirî da wan, dîsa Gerîla û PKK bûn.
PDK ji dewleta Tirk hêvî dike, lê belê hêviyeke vala ye. Eger PDK li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevnegere û destê xwe dirêjî gelê Kurd neke, wê biqede.
Yê ku alîkariyê didine dewleta Tirk xayin in.
Eger PDK ji vê riyê venegere wê gerîla xwe biparêze û gelê Kurd jî wê li pişt gerîla bisekine.