Nasnameya 2 Gerîlayên şehîd hate eşkere kirin

 

Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê, şehadeta Gerilla Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok ji raya giştî re eşkere kir û wiha got:

Gerilla Zerdeşt û Rêbaz di 30’ê Tebaxa 2024’an de li herêma Bagokê a Mêrdînê, li dijî dijminê dagirker şer kirin. Artêşa Tirk a tirsonek ku newêrî li hemberî Gerîlayên azadiyê yên fedaî şer bike, qada ku hevriyên me lê bûn, bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê gelek caran bombe kirin.

Di encama êrişa giran de, Gerîlayên fedaî yên Apoyî hevrê Zerdeşt û Rêbaz tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.

HPG’e ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan eşkere kir:

Adem Ozkan bi nasnav Zerdeşt Sûrûç, li Rihayê ji dayîk bû, Dayik û Bav: Yazi-Hasan 30’ê Tebaxa 2024’an li Mêrdînê şehîd bû.

Selman Dagdelan bi nasnav, Rêbaz Bagok, li Mêrdînê ji dayîk bû Dayik û Bav: Hayriye-Hasan 30’ê Tebaxa 2024’an li Mêrdînê şehîd bû.

Gerilla Zerdeşt, li navçeya Amed Pirsûsê, di nava malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Ji bo piştgiriyê bide malbata xwe dest bi kar kir.

Di dema lîse dixwend, dibin bandora pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ma, piştî ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Parîsê, Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî şehîd kirin û li Roboskî jî 34 sivîl şehîd kirin, 2013’an ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên Gerîla bû. Li dijî DAÎŞ’ê li gelek qadan têkoşîn kir. Piştî têkçûna DAIŞê, vegeriya Herêmên Parastina Medya û têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir. Li her qada berxwedanê di eniya herî pêş de li dijî dagirkeran şer kir. Weke Gerillayekî pispor û xwedî tecrûbe çû Bakurê Kurdistanê û demek dirêj li dijî dijminê dagirker têkoşîn kir. 30’ê Tebaxa 2024’an li herêma Bagokê ya Mêrdînê, di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.

Gerîla Rêbaz jî, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê dinava malbatek welatparêz de ji dayik bû. Hê zarok bû, tevgera Azadiya Kurd nas kir û di dema xwendina dibistanên dijmin de, dagirkerî û metingerî, zext û zora li ser gel baştir dît. Di sala 2014’an tevlî nava refên Gerilla bû û li herêma Zapê perwerda şervanê nû dît. Li her qadê têkoşîn kir, çû akademiyê. Piştî perwerdehiya îdeolojîk, weke Gerillayekî pispor û xwedî tecrûbe çû Bakurê Kurdistanê û li dijî dijmin bi lehengiyek destanî têkoşîn kir. Di 30ê Tebaxa 2024’an de li herêma Bagokê di encama êrîşa dijmin de tevî hevrêyê me Zerdeşt tevlî nava karwanê Nemirên Kurdistanê bû.