Îro salvegera şehadeta Rûken Zelal û Sara Tolhildan e, em peşek ji nameyan wê bi we re parve bikin

 

Sara Tolhildan û Rûken Zelal berî 2 salan îro an go 26’ê îlona 2022’ê yê, li dijî dijminê hov, li navenda polîsan a mezîtliya Mersînê çalakiya fedaî kirin, ajansa ANF’ê di salvegera 2’an de cih da nameyên wan.

Şehîd Sara Tolhildan di nameya xwe de dibêje; Ji nava malbateke welê têm ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e, bi Rêbertî û partiyê re di asta hestewarî de dilsoz e. Weke gelek malbatên ji Bakurê Kurdistanê, malbata min di salên 1993-1994’an de ji ber kiryarên dewleta Tirk yên şewitandina gundan de, malbata min jî koçî Başûrê Kurdistanê kir.

Li Başûrê Kurdistanê merc gelekî giran bûn. Vê jî gelek bandor li kesayeta min kir.

Di heman demê de hestên min yên hilanîna tolê jî mezin kir. L

Hewldana Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo parastina gelê li kampan, ew kêliyên ku hewl dihate dayîn bîrdoza Rêbertî li nava gel bê belavkirin, ji bo min bû bingeha fêrbûn û têghiştinê. Bi vê hişemdniyê tevlî nava partiyê bûm.

Hîna 7-8 salî bûm, min soz da ku dema mezin bûm, ez ê bibim Gerîla.

Li gel derfet nebûn jî. min bi zimanê xwe dest bi xwendinê kir. Min Rêberê xwe nas kiribû û min dixwest bi felsfeye wî têgihiştî bidim. Li ser vê bingehê di 7’ê Tîrmeha 2009’an de, li Stembolê tevlî nava refên partiyê bûm.”

Min dît ku tu keîs wekî Rêbertî rastiya jinê ne aniye ziman û rastiya jinan ku li derveyî pergalê hatine hiştin pênase nekir.

Paradîgmeya Azadîparêziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk, bersiva hemû pirsgirêkam e.

Ji ber vê yekê ez xwe gelekî bi şens dibînim. Ji ber ku ez bi PAJK’ê têkoşîna parastina nasname û hebûna xwe dimeşînim, têkoşîna azadiya xwe didim ku bi pêşengiya Rêberê me, jin bûye partî, bûye artêş û xwedî biryardariya azadkirina jinan ji koletiyê ye. Jin roj bi roj mezin dibe, gihîştiye cewhera pêşengiya rizgariya civakê.

Mînaka şênber jî pêşengiya jinê ya di Şoreşa Rojava de ye.

Şehîd Rûken Zelal jî dibêje, ez, di sala 1996’an de li gundê Bîlêqiyê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûme. Malbata min malbateke welatparêz e. Min jî di çûn û hatina hevalan ya li mala me, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo nas kir.

Ez di destpêka tevlî xebatên Şoreşa Rojava bûn û di sala 2014’an de çûme garê û tevlî nava refên Gerilla bûm.

Min her tim dixwest ku bi hestên şoreşgerî layîqê gelê xwe, Rêbertî Partiya xwe PKKê bibim. Me kûraniya hezkirina welat,a zadî fêhm nekiribû. Dijmin weke her tiştî, hestên heskirina me jî kor kiribû. Lê Serok Apo û PKKe, ev hest û ruhiyeta pîroz zindî kirin.

Gotinên Serok Apo ku dibêje; “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e”bûne bingeha jiyana min. Ev gihitşina heqîqete jiyana bi rumet e. Mirovên di vê riyê d ebimeşin, teqeze wê serbikevin.

Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate tune ye ku mirov di riya azadiyê de bimeşe û têkoşînê bike.

Gelê min yê hêja, ez pir serbilind im ku ez weke jineke Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we têkoşinê dikim. Di dîroka gelê Kurd de pir lehengiyên mezin derketine holê.

Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe biparêze, pir berdêlên giranbuha dane. Niha jî weke berdewama vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsîn.

Yê ku hişt dîroka gelê Kurd û dengê gelê Kurd were bihîstin, yê ku gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û hişt bibe xwediyê doza hebûnê, Rêber Apo ye.

Serokatiya me, êrîşên li ser gelê Kurd, weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê pênase kir. Ev giring e û di şexsê gelê Kurd de, serketine têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê.